Margins
Margins
Sign in
Margins
Subscribe to our newsletter
548 Market St PMB 65688, San Francisco California 94104-5401 USA
hello@margins.app
·
+1 (650) 223-5283
Privacy Policy
·
Terms of Use
© 2026 Paratext Inc. All rights reserved
Dîwan
Dîwan
Series · 4 books · 1954-2003
By
Cegerxwîn
Books in series
#2
Sewra Azadî
1954
“...Cegerxwîn derdê milletê xwe baş nasiye. Bela milletê kurd di mîr û paşan, beg û axan, şêx û melan de dibîne. Bêşik Seyda di vê ramana xwe de ne şaş e. (...) Bê dilovanî kêm û kasiyên wan dibêje û millet serwextî fend û xap, bêbextî û dilreşiyên wan dike. “Cegerxwîn di kurdîtiya xwe de jî rast û durust e. Ewçend rast û durust ku, di riya welat û welatiyên xwe de sînga xwe ji zîvarî û belengaziyê re vekiriye. Bi çav min ev yeka han koça fedakarî ya dawiyê ye. “Ev dîwan li ser armanceke xuya hatiye nivîsîn û rû û rêça wî tê de xweş diyar in. (...) Heye ku ev dîwan di çapxaneyên Kurdistanê de bête çapkirin. Ma kî dizane ku pêşende di himbêza xwe ya nediyar de ji bo gelê kurd çi vedişêre.” Osman Sebrî
#3
Kî me Ez
1973
“...Cegerxwîn, bi dengek bilind û bê tirs û bê pirs, li ristên xwe gazî milletê kurd kir, ji bo hişyar bibin, bindestî û sitemkariye dijmin ser xwe rakin. Lê Cegerxwîn bi rist û xebata xwe, xwest rengekî gelêr bidê tevgera kurd û bi vî awayî ban temamên qorên millet kir, da ko bi hev re bi yek destî rabin û welatê xwe rizgar bikin. “Di vê dîwanê de jî biwêjê me, dîsa, şopa têkoşîn û şoreşgerî girtiye, nêrînek li ristên dîwanê, dide xuyakirin ko Seyda di ramanên xwe yên niştimanî û civakî de gavên fireh ber bi pêş ve avêtine û ji ristên wî yên evînî, merûf tê dighe ko Seyda hîna ew Cegerxwînê diltenik û evîndar e û hêvîdar in ko ev dîwan arîker bê ji bo ramanên pêşverû re li nêv milletê kurd de.” Hemîd Derwêş
#9
Salar û Mîdya
2003
“Ez bawer dikim ko dîwana Cegerxwîn, dewsa ku Mem û Zîn û Dîwana Cizerî vala hiştine ewê tije bike. Xwendevanên delal, ewê tê de zman û rûhê cenabê Xanî û xurt û nezma dîwana Cizerî a ahengdar bibînin. “Cegerxwîn pirsên biyanî jî pir ne xistine nav şihrên xwe, bi zimanekî sade û selîs nivisîne. “Qîmeta şihrên wî a mezin jî ev e, bi rûhekî nû ajotiye ser fikrên kevnare û bi zmanekî şêrîn û şe‘bî tewşbûn û zerara wan nîşan kiriye. “Ez ji şairê me î şe‘bî re pêşveçûn û ji dîwana wî re jî rewaceke baş hêvî dikim.” Qedrîcan
#10
Şerefnama Menzûm
2003
“Şi‘ra kurmanciya bakur ku bi şi‘ra Cizîrî li asoyê edebiyata me geş bûbû, bi şi‘ra Xanî kete xizmeta îdeolojiya milî. Di pey Xanî de hebûneke xurt nîşan neda, di nav mirin û jiyanê de ma. Cegerxwîn bi giyaneke nû jiyanê dayê, şi’rê ji dîwan î dîwanxana derxist, bire meydan û kolanan. “Cegerxwîn rûpela dîdaktîzmê li şi’ra kurmancî zêde kir. Dîdaktîzma Cegerxwîn di hindava guhartina rewşa siyasî û komelayetî de ye: Hişyarkir e, ronîkir e, têkoşer e. Heta şoreşa Kurdistanê serkeve wê şi’ra Cegerxwîn ji aktueliya xwe, ji jîndariya xwe tu tiştekî winda neke, wê her van erkên xwe bi cih bîne û bi wî awayî jî Cegerxwîn dê bijî.” Rojen Barnas
Author
Cegerxwîn
Author · 5 books