Paperback. 13,50 / 19,50 cm. in Kurdish. 196 p. Translated by Sorgul Keskin, Redür Dijle Heke we karîba ji zengînan bistenda û bidaya feqîran, ma wê kêfa we nehatiba? Ma we jî ne dixwest yên xerab ceza bikira û yên bas biparasta? Gava we dîtiba yên xwedî dewlet, zulm û zorîyê li feqîr û belengazan dikin we yê çi kiriba? Ji bo ku serê we neketiba belayê hûn ê bêdeng bimana ya hûn ê bi wêrekî derketana pês û we yê alîkariya wan kiriba? Heke hûn jî bibêjin; "Min ê jî wekî Robîn Hood kiriba!" naxwe hûn qet li ser zehmetiyên vê yekê fikirîne? Heke hûn Robîn Hoodek bûna, belkî hûn ê li çol û çiyayan geriyabana, we yê xwe li daristanan vesartiba, hûn ê li derve, ya jî li bin siya darekê, ya jî li sikeftekê, ya jî li bin kendalekî bi hêwa, razabana. Hûn û yên wekî we, hûn ê bibûna yek û we yê diziya wan ên zengîn û zordar kiriba. Ew ên ku bûbûn sebebê jar û perîsaniya we. We yê li welatê xwe li hemberî neheqî û bêdadiyê doz kiriba. Ji bo vê dozê jî wê serê we ketiba belayê; we yê zehmetî kisandiba û we yê nizanîba bê sibê wê serê we li ser kîjan balgîfê bûya? Hûn ê bi tevî hevalên xwe, yên sêr û sên, li hemberî hemû zengînên dilkevir, walîyên xedar, qralên çavsor û keseyên bêmerhemet, bêetlan û betlan sekinîbana.